Warm congratulations to Omar SHEIKHMOUS, honorary doctor at Koya University, Kurdistan  

"Receiving the Honorary Doctorate Certificate from the President of Koya University, Prof. Dr. Wali Hamad Mahmoud  

27-06-2021."   

    

"Omar SHEIKMOUS, Academic scholar, Political scentist, Journalist, Politician, Sweden

KURDÎ

Pîrozbahiyên germ ji Omar SHEIKHMOUS re, doktorê rûmetê yê Zanîngeha Koya,

Kurdistan                                                     

ZANÎNGEHA KOYA doktoraya birûmetê pêşkêşî Omer SHEIKHMOUS, zanayê akademîsyen, dewletzan, siyasetzanê Kurdistanê û yek ji damezrînerên YNKê bû. Zanîngeha Koya, Prof. Dr. Walî Hamad Mehmûd, di 27 / 6-2021 de…

SVENSKA

Varma gratulationer till Omar  SHEIKHMOUS, hedersdoktor vid  Koya Universitet    

En hedersdoktors titel delades ut till Omar SHEIKHMOUS av Koya universitet

i Kurdistan. 

Koya Universitet, professor Dr. Wali Hamad Mahmoud, 2021-06-27  

Kurdisk Akademi i Stockholm: "Omar SHEIKHMOUS  är akademiker, statsvetare, forskare, journalist, politiker och vetenskapsman"

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM

www.akademiyakurdî.com 

BERNAMEYA AKADEMIYA KURDÎ LI STOCKHOLM 

Nav: Akademiya Kurdî li Stockholm´ê Sembol: Ronahîya tavê (Ronahîya rojê) . Sembol:  Ala Kurdistan û Ala Swêd Sembola wê ye.

Cîh: Malgomajsvägen 12 12060 Årsta/Stockholm

. Pênasîya Akademiya Kurdî Akademiyeke bêalî û alîgirê tu siyasetê nî ne û       herwisan li dijî tu hêzekî siyasî jî nî ne.              

. Armanca Akademîyê bi vê rengê ye: Akademiya Kurdî niha li gorî îmkanên xwe      kar dike ji bo nasandina ziman, literatura kurdî û şirovekirina alîyê hizrî û fîlozofî. . Akademî kar dike ji bo dûristkirina kesayetîyeke tenduristî ya zarok, xort û     ciwanên kurd.

. Akademî hewl dide ku bibe pirekî navbera Swêd û civaka Kurd.

. Baweriya Akademîyê bi metoda dîyalogê heye ji bo pêşxistina civakên me loma     me biryar girtiye ji mehê carek, em semînerekê /diyalogekê ji bo nivîskarekî   çêbikin.

. Em hewl didin ku pêywendîyên xwe digel sazî, dezgehên kurdî li hundir û derve   xurt bikin. . Em hewl didin ku kovarekî elektirokî bi herdu zaravayên kurdî; soranî û  kurmanci derbixin: Kovara Akademîk                                                                                                                                          

. Beşa perwerdekariyê: Beşa Mamosteyên zimanê zikmakî.

. Rêxistina Akademîyê   bi vê hawayê dibe:

Serokê Akademiyê: Maruf Yilmaz (Mamoste, doktoremend û lêkolîner).

Sekterê Akademiyê: Dr Najmaddin Karim (pisporê dîroka fîlozofîyê).   

Komîsyona bilind ya Akademîyê:

Navên endaman: ...

QANÛNA BINGEHÎN Li  Swêdê çar qanûnên bingehîn hene û em dê li gorî van qanûnên bingehîn karê xwe bikin:

Qanûna Bingehîn a forma hukûmetê.

Qanûna Bingehîn a Tevgera Azadiya Ramanî (nêrîn).  

Qanûna Bingehîn a Azadiya Çapemenî.  

Qanûna Bingehîn a Serkeftina Derbasbûyî.

Kî dikare bibe endamê AKADEMIYA KURDÎ LI STOCKHOLM?

. Ew kesê/kesa ku 210 pûan li Zanîngehek/Xwendegeheke Bilind/Universiteyeke Swedê  xwendibe û zimanekî ewropayî û kurmancî/zazakî/soranî bizanibe dikare bibe endamê/a Akademiya Kurdî.

Herkesek ku 210 (4 sal) xwendine û pispor be ji alîyekê ve ji armancên Akademîyê, bixwaze alîkariya Akademiyê bike û bibe endamê vê Komîsyonê ew dibe amojgorîkarê/a Akademî û beşdarîyê di çalakîyên vê akademîyê de dike.

Têbinî: ji bilî serokê Akademiyê mafê tu alîyek nî ye ku sekreterê Akademiyê bigurîne. Malpeleke Akademîyê heye: www.akademiyakurdî.com

Serok û sekreter bi kêmasî ji heftê carekê kom dibin ji bo  kar û çalakîyên Akademiyê, lê endamên "Komisyona Bilind" a Akademiyê dikarin ji  mehê carekê bicivin ji bo nirxandina rewşa Akademiyê.  

AKADEMIYA KURDÎ LI STOCKHOLM                       

Malgomajsvän 12, Årsta, Stockholm ........................................................................................................................................................................................................................................................................................................................................ ....  

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------

21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî ya  Navneteweyî

Maruf Yilmaz: maruf@live.se                                                                                           

21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ye. Di sala 1952an de xwendekarên Unîversîteta Dhakayê ji bo fermîbûna zimanê dayîkê dest bi xwepênîşandanekê kirin. Di vê xwepênîşandana pêşîn de sê-çar xwendekar hatin kuştin. Du roj piştre heft xwendekar ji çalakvanan tên kuştin. Bi vê bûyerê re xelq nerazîbûna xwe nîşan dide û protesto dest pê dikin. Zimanê dayikê, "beden û laşên mirovî" ye û divê mirov laş û bedena xwe biparêze. 21ê Sibatê, Roja Zikmakî ya Navneteweyî ye. Di vê rojê de şahî ye. Xwendevan, mamosteyên wan, dê û bavên wan, govend digirin û vê rojê bi şadî pîroz dikin. Zimanê zikmakî mafek mirovane ye. Ziman nasnameyê çêdike. Em bê zimanê dayîka xwe nikarin jîyaneke bi wate û birûmet bijîn.   Profesor Peter Macneilage, li Universiteta Texas, dinivîse, dibêje: "Kalikên me bi zimanê zarokên berşîr (zarokên dergûşê) dipeyvin (deng dikirin) û digotin "da-da, "ma-ma an jî "go-go" "û roja îro jî, dêûbavên zarokan, van dengan nas dikin û bibîrtînin..." Li gori Profesor Macneilageyî, dêûbavên me pêşîn dengê "da-da" bikarhanîne. Profesor Maria Borgström (1998) dinivîse, dibêje mirov nikare bê nasnameya xwe, jîyaneke bi wate û birûmet bijî. Li gorî wê mirov nikare bê nasname bijî. Nasnameya mirovî hebûneke birûmet e û ew rûmet di zimanî de ye. Zimanê zikmakî bedena mirovî ye. Ziman kultur û cografi perçeyên mezin yên bedena mirovî ne. Li gorî Unesco ji 6000 zimanan, 199 ziman ji aliyê 9-10 kesan ve tê peyvandin û bi qasî 200 zimanên dî jî, ber bi mirinê ve diçin. Zazakî yek ji wan zimanan e, ku ber bi mirinê ve diçe, ji lewre divê zazakî bê parastin. Goranî û lûrî jî, ber bi mirinê ve diçin. Divê ew jî bên parastin. Windebûna zimanan zirarê dide mirovahîyê. Pîaget dinivîsîne, dibêje hizr (fikir) zimanî diwelidîne, çêdike. Vygotskij zimanê dayîkê hizrê çêdike, "konstruksîyon" dike. Derrida dinivîse, dibêje; dastîya me di zimanê me de ye. Ji ber ku ziman berîya bûyîna hebû" Tevgêra Zimanî "Bhasha Andolon" Hat Damezradin. Mujibur Rahman serokê tevgêra zimanê zikmakî bû. Wî Rêxistina Federasyonê ya bi navê AWAMÎ damezrand. Lê di sala 1975an de darbeyeke hundirî ya leşkerî çêbû û Şêx Mujibur di gel malbata xwe hat kuştin, tenê du keçên wî sax man. Navê keçeke wî Sheikh Haşîna Wazed û ew demekê bû serokwezîra Bengladeşê. Tevgêra ziman "Bhasha Andolon" jî berfirehtir û bi hêztir dibe. Hêdê-hêdî rewşenbîr, nivîskar û çalakvanên azadîyê jî tevî tevgêra zimanê "Bhasha Andolon" dibin. Di sala 1999an de roja zimanê zikmakî ji aliyê UNESCO (FN) ve hate pejirandin û bû roja zimanê zikmakî ya navneteweyê. Ev roj tê wateya ku mirov bi qebûlkirina mafên zimanî yên kesên din dibe însan û hevdem. Nasnameya nûjen ew e, ku mirov nasname, kultur û tradîsyonên cuda wekî yên xwe dibîne û diparêze. Piştî vê bûyera dîrokî ya xwendekaran, UNESCO 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî pejirand. Bengladeşî ji bo fermîbûna zimanê dayîkê tekoşîneke mezin dane. Zimanê Bengladeşi yek ji pênc zimanên cîhanê yê herî mezin e. Gelek profesor, doktor, nivîskar, rewşbîr, rojnamevan, zanist, siyasetmendar û xwendekarên Unîverîtetê bi xelqê re nerazîbûna xwe nîşandan û bangê xelqê kirin ku tevî meş û xwepênîşana bajarê Dhakayê bibin. Piranîya xelqê bi Bengladeşî deng dikirin, lê dewleta Pakistanê bîryar dabû ku tenê zimanê Urdu li Benladeşê zimanê fermî be. Universiteta Stockholm û Södertorns Högskolan rûmeteke mezin didin zimanê zikmakî û kulturên cuda wekî dewlemendiyên xwezayî dibînin. Profesor Maria Borgström (1998) dinivîse, dibêje mirov nikare bê nasnameya xwe, jîyaneke bi wate û birûmet bijî. Li gorî wê mirov nikare bê nasname bijî. Nasnameya mirovî hebûneke birûmet e û ew rûmet di zimanî de ye. Zimanê zikmakî bedena mirovî ye. Ziman, kultur û cografi perçeyên mezin yên bedena mirovî ne. Di sala 1999an de roja zimanê zikmakî ji aliyê UNESCO (FN) ve hate pejirandin û bû roja zimanê zikmakî ya navneteweyê. Ev roj tê wateya ku mirov bi qebûlkirina mafên zimanî yên kesên dî dibe însan û hevdem. Nasnameya nûjen ew e, ku mirov nasname, kultur û tradîsyonên cuda wekî yên xwe dibîne û diparêze. Tevgêra zimanî "Bhasha Andolon" hat hamezradin Doktor, doktorand, Profesor û rewşenbîrên bengkaşî di nav xwe de civîyand û lihevkirin da ku tevgêra zimanê xwe avabikin. Tevgêra zimanê bengladeşî "Bhasha Andolon di 21ê Sibatê ya sala 1952an de hat damezradin û Mujibur Rahman bû serokê tevgêra zimanê zikmakî li Bengladeşê û Wî Rêxistina Federasyonê jî, ava kir. Bangladeş ji 1947an heta 1971an ji alîyê Pakîstanê ve hat birêvebirin. Di wê demê de zimanê bengladeşî wek zimanê naskirî dihat pejirandin. Zimanê Bengladeşîyan, Bangla, hatibû qedexekirin. Li dijî vê reaksîyoneke mezin çêdibûn û xwendekaran xwepêşanek saz kirin ku vê rewşê protesto bikin. Polîsê Pakîstanê êrîş bir ser wan û 11-12 kes ji xwendekarên Bengladeşî kuştin. Ji wê rojê û vir ve ev xwendekarên zanîngehê mohra xwe lı dîrokê xıstın û ew 21 Sibatê wekî roja 'Şehîdên Zimanê Dayikê' tên bibîrtînin. Bengladeşîyan di sala 1951ê de lihevkirin û tevgêra zimanê zikmakî ya bi navê "Bhasha Andolon" damezrandin. Mujibur Rahman serokê tevgêra zimanê Zikmakî bû. Wî Rêxistina Federasyonê ya bi navê AWAMÎ damezrand. Lê di sala 1975an de darbeyeke hundirî ya leşkerî çêbû û Şêx Mujibur di gel malbata xwe hat kuştin, tenê du keçên wî sax man. Navê keçeke wî Sheikh Haşîna Wazed; serokwezîra Bengladeşê bû. Tevgêra ziman "Bhasha Andolon" jî berfirehtir û bi hêztir dibe. Hêdê-hêdî rewşenbîr, nivîskar û çalakvanên azadîyê jî tevî tevgêra zimanê "Bhasha Andolon" dibin. Bengladeşîyan di sala 1951ê de tevgêra zimanê zikmakî ya bi navê "Bhasha Andolon" damezrandin. Di wê demê de Bangladeş mêtingeha Pakistanê bû. Nufûsa Bangladeşîyan ji ya Pakistanîyan zêdetir bû, lê li gorî Qanûna Bingehîn ya dewleta Pakistanê, xwendin, nivîsîn û perwerdeya bi zimanê bengladeşî qedexe bû. Tenê zimanê urdu fermî bû û yên din qedexe bûn. Bengladeşî yek ji 23 zimanan e, ku li Hindistana kevn qedexe bûn. Dewleta Pakistanê bi çavekî bilind li zimanê urdu mêze dikir. Lê bengladeşî wekî zimanekî nizm didît. Ji lew re jî bengladeşî qedexe bû. Paşê serbest bû. Ji bilî zimanê bengladeşî, assamerî, orîya, maîthîlî û gelekî zimanên din jî hebûn, lê di wê demê de wekî zaravayên Bengladeşî dihatin zanîn. Di rastîya xwe de zimanên serbixwe bûn. Herçend wekî zaravayên zimanê Bengladeşî hatibin navandin û zanîn jî, dê wekî bengladeşî û urdu bibin zimanên serbixwe. Bengladeşî tevî zimanê assamerî ku hêrema Bengladeşê heye, dikeve nav gruba Rojhelata Zimanên Îndoaryanî. Nivîskarê Bengladeşî yê herî navdar û xwediyê helwesta Neteweyî Rabindranath Tagore bû. Wî Xelata Nobelê ya edebiyatê wergirt.. Bûyereke taybet di sala 1961ê de Xwepênîşandanek li bajarê Hindistanê li Silcharê çêdibe ji bo fermîbûna zimanê dayîkê. Ev xwepênîşandan di meha gulanê ya sala 1961ê de çêbûbû. Di vê xwepênîşandanê de11-12 kes tên kuştin ji lew re jî wekî bûyereke taybet derbasî dîrokê dibe. Roja destpêka xwenîşandana mezin ji bo fermîbûna zimanê Assamerî/bangladeşî wekî roja şehîdên zimanê dayîkê tê bibîrhanîn li cîhanê. Mafê perwerdeya bi zmanê dayîkê, mafek bingehîn yê merovahîyê ye. Mahatma Ghandî fermîbûna zimanê zikmakî, li hemberî dagirker û mêtingehkarîyê, metoda boykotê bikar hanî. Wî sazî, dezdeh, zimanê îngilîzî û tiştên îngilîzan boykot kir û xwest ku Îngilîz gelê wî xwe piçûk û nizm nebînin. Ev helwesta Ghandî derbasî rûpelên dîrokê bû. Monokultur, înterkultur û hindiknetewe Divê helwesta me ya neteweyî ji sîstema sîstema Tirkiyê cuda be. Divê em mafên hindikneteweyên Kurdistanî jî, di praktika rojê de wekî mafên xwe biparêzin, da ku ew bi zimanên xwe yên şêrîn perwerde bibin. Jixwe roja zimanên bindestan an jî hindikneteweyên ku ketîne, bindest in û zimanên wan ber bi mirinê ve diçin... Li gorî Unesco ji 6000 zimanan, 199 ziman ji aliyê 9-10 kesan ve tê peyvandin û bi qasî 200 zimanên din jî, ber bi mirinê ve diçin. Zazakî yek ji wan zimanan e, ku ber bi mirinê ve diçe, ji lewre divê zazakî bê parastin. 6000 Kalkotî li gundekî Pakistanê dijîn û zimanê wan wekî zazakî ber bi mirinê diçe û winda dibe. Zimanê Kalkotî, li Bakurê Rojava Pakistanê tê dengkirin û nêzikî Zimanê Îndo-Aryanî (Îranî) yê Bakurê Rojava ye. Goranî û lûrî jî, ber bi mirinê ve diçin. Divê ew jî bên parastin. Windebûna zimanan zirarê dide mirovahîyê. Suryanî/aşurî jî, divê bê parastin. Divê zimanên kêmneteweyên Kurdistanê bê parastin da ku cudahîya me û tirkan jî derbikeve holê. Tirkiye bixwe kujerê ziman û kulturên cuda ye. Ji lew re sîstema perwerdeya Tirkiyê li ser bingeha yekzimanî, yekneteweyî, yekkulturî, yekolî û yekdewletî avabûye, ji ber hingê zirarê dide mirovahîyê. Heta îslamîzm, xiristîyanîzm (xaçparêz, mesihî) û cihûdîzm (yahudîzm) bi xerabî derbasî dîrokê bûne ji ber ku, gelkuj in û di dîrokên cuda rolên xerab leyîstine û niha jî dileyîzin. Gava ku em qala parastina zmanî li bakurê Kurdistanê dikin, hingê tenê kurmancî tê bîra me û em zazakî ji bîr dikin. Çima? Divê em zazakî, goranî û lûrî ji wekî kurmancî biparêzin. Ji xwe, roja zimanê zikmakî bal dikişîne ser zimanên qels ên ku di bin tehdîtê de ne. Zazakî di bin tehdîtê de ye. Lê ev tişt ji bo soranî derbas nabe; soranî ji tehdîtê rizgar bûye û zimanekî fermî li başurê Kurdistanê ye. Pêşniyaza min ev e: herêma ku zaza dijîn, li wir zimanê perwerdeyê bila bibe zazakî û kurmancî bibe zimanê fermî li Bakurê Kurdistanê. Pêşniyaza ji bo Başurê Kurdistanê ji ev e: li herêma ku soran dijîn, bila soranî bibe zimanê fermî û kurmancî bibe zmanî duhemîn û li Rojhilata Kurdistan jî, li herêma kurmancan, bila kurmancî bibe zimanê fermî û soranî bibe ziman duhemîn.   Nasname, nav û çand Di derbara vê roja zimanê zikmakî de UNESCO dibeje: "mafê her zarokî/ê heye ku bi zmanê xwe yê zikmakî perwerde bibe. Li gorî Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, mafên gelên kevnar heye ku bi zimanê xweê (bend, 28, 29, 30), çand (bend 31) û nasnameya xwe nas bike (bend 8). Benda Zarokkonvensîyonê ya 7an tê wateya ku mafê herkesî heye ku li gorî dilê xwe, navekî li zarokê/a xwe bike. Yanî mafê her kurdekî heye navek kurdî li zarokê/a xwe bike (Schiratzki, J. 2002 r. 11-43 Konvensîyona Zarokan ya NY-ê, benda 8an tê wateya ku nasnameya zarokî/ê pir girîng û mafê wî /wê heye ku xwedî li nasnameya xwe derbikeve û wê biparêze. Biryarên dîrokî di derbara mafên zarokan de: Di 21ê Sibatê, sala 1952an, di Rojhileta Pakistanê de xwendekarên bengalî yên Universiteta Dhakayê, xwepêşandaneka mezin çêkirin û doza fermîbûna zimanê xwe (bengalî) kirin. Di navbera polîsên Pakistanî û xwendekarên Bengalî de şerekî giran dest pê kir û di vî şerê giran de bi qasî 13-17 xwendekar hatin kuştin. Lê wan mohra xwe li dîrokê xistin. Hukumeta Pakistanê neçar ma ko di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakistanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî de qonaxeka girîng e. Lewma Unesco´yê ev roj pejirand. UNESCO di sala 1953an de li ser girîngîya perwerdeya zarokan bi zmanê zikmakî radiweste û dibêje: "Divê her zarok bi zmanê xwe, zmanê zikmakî(zimanê malê) perwerde bibe (UNESCO, 1953: 86). Organa Neteweyên Yekbûyî di sala 1989ê de minaqeşe li ser mafên zarokan kir. Ev organ "Konvensîyona zarokan (barnkonvention)" bû. Roja zarokan di sala 1905an de li Stockholmê çêbû. Sedsalîya zarokî/ê di sala 1896an de çêbû. Biryara Konseya Ewrûpayê ya di derbara girîngîya zmanê zikmakî de... Ev biryar di roja 17-11.1999ê de çêbû. Rewşa zmanê zikmakî baştir bû. Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî û bilindkirina têgihîştin û fêrbûna pijirandina civakên pirçandî. Herwisan jî, bilindkirina toleransê, li hember mirovên cihêreng e. 21ê Sibatê ya sala 1952an, roja ji bo fermîbûna zimanê zikmakî ye. Di vê rojê 11-12 kesên Benglaşî tên kuştin. Ji ber hingê, Bengladeşî, 21ê Sibatê weke roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin. Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Piraniya bengladeşî bi bengalî dipeyvin, lê dîsan jî zimanê wan yê fermî urdu bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên cûda eşkere dikirin. Di 21ê Sibata 1952an de ji bo ku zimanê Bengalî digel zimanê pakistanî, urdu yê fermî, bibe zimanê fermî, ji bo bicîhkirina daxwazên xwe, xwendekar, rewşenbîr û zanistên Bengalî xwepênîşandaneka mezin li darxistin. Polîsên pakistanî êrîş birin ser xwendekaran û 11-12 kes kuştin. Lê xwendekar têçûna xwe ne pejirandin, têkoşîna xwe ya ji bo serbestbûn û fermîbûna zimanê zikmakî domandin û di dawiya dawîn de biserketin. Dewleta Pakistanê neçar mak û di sala 1956an de urdu û bengalî bi hevre bibin zimanên fermî. 21ê Sibatê, ji bo fermîbûna zimanê zikmakî, rojeka taybet e. Biryarên dîrokî di derbara mafên zarokan de:

1. Roja zarokan di sala 1905an de li Stockholmê çêbû.

2. Sedsalîya zarokî/ê di sala 1896an de çêbû.

3. Di 21ê Sibatê, sala 1951-1952an, di Rojhileta Pakistanê de xwendekarên bengalî yên Universiteta Dhakayê, xwepêşandaneka mezin çêkirin û doza fermîbûna zimanê xwe (bengalî) kirin. Di navbera polîsên Pakistanî û xwendekarên Bengalî de şerekî giran dest pê kir û di vî şerê giran de bi qasî 10-11 kes hatin kuştin.

4. UNESCO di sala 1953an de li ser girîngîya perwerdeya zarokan bi zmanê zikmakî radiweste û dibêje: " Divê her zarok bi zmanê xwe, zmanê zikmakî (zimanê malê) perwerde bibe (UNESCO, 1953: 86).

5. Organa Neteweyên Yekbûyî di sala 1989ê de minaqeşe li ser mafên zarokan kir. Ev organ "Konvensîyona zarokan (barnkonvention)" bû.

6. Xwepênîşandana meha gulanê ya di sala 1961ê de çêbûbû. Di vê xwepênîşandanê de11 kes tên kuştin ji lew re jî wekî bûyereke taybet derbasî dîrokê dibe.

7. Biryara Konseya Ewrûpayê di derbara girîngîya zmanê zikmakî de. Ev biryar di roja 17-11.1999ê de çêbû. Rewşa zmanê zikmakî baştir bû. Hukumeta Pakistanê neçar ma ko di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakistanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e.

Armancên Konseya Ewrûpayê ev in:

1. Girîngîya zimanê yekemîn û rola wî ji bo zimanê duyemîn û sêyemîn.

2. Rûmetgirtin ji bo mafên zmanî û kulturî yên hindikneteweyan û tolerans li hember wan.

3. Di demokratbûna her civakekê de, mafê perwerdeya zimanê zikmakî girîng tê dîtin.

4. Girîngiya hînbûna zimanê zikmakî, zmanê malê ji bo aşitî û kêmkirina gelş û problemên civakî.

5. Şagird bi perspektîveka berfireh li mijaran mêze dike û dibe xwedîyê kultureka berfireh.

6. Pêşveçûna teknîkên nûh di warê ragihandina elektronîkî de jî, zimanek bi serê xwe, zimanekî bi tenê têr nake û pirzimanîbûna şagirdî/ê gelek deriyên nûh ji bo wî/wê vedike. Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakistanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakistanê, urdu, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakîyên têvel diyar dikirin. 

Çavkanî

Borgström, Maria (1998). Att vara mitt emellan. Hur spanskamerikanska ungdomar i Sverige kan uppfatta villkoren för sin sociokulturella identitetsutveckling. Stockholms Universitet: Stockholm.

UNESCO, 1953: 86, Mänskliga rättigheter – Konventionen om barnets rättigheter. Regeringskansliet: UD info, 2003. 

Schiratzki, J. Barnrättens grunder. Lund: Studentlitteratur, 2002 (3 uppl. 2006), s. 11-43

Regeringens proposition: (1979) 1978/79: 180, Läroplan för grundskolan:

Stockholm,

Yilmaz, Maruf (2007) pedagojî, Jîndan: Stockholm Stockholm, 2007

 Ev nûçe 5828 caran hatiye xwendin

Mehmed UZUN

LÎTERATUR

Getûbêjîya ku bi nivîskarên kurd re çêbû, di 3ê meha îlonê ya sala 2000î de, di lokala Gulanê (Förening, Komeleya Gulanê) de pêk hat. 

Gotûbêjî ji aliyê Kovara JÎNDAN û RADIO SERDEM (beşa bakur) ve hate amadekirin. Nivîskar û rojnamevanên ku beþdarê vê hevpeyvînê bûn ev in: Mehmed Uzun (nivîskar/romannivîs), Reşo Zîlan (zimanzan), Lokman Polat (nivîskar), Salih Înce (Serokê (Weqfa Kulturî ya Kurdî), Zeynelabidin Zinar (nivîskar/weþanvan), Nasrat Hacî (Rojnamevan), Maruf Yilmaz (nivîskar/mamoste), Îbrahîm Zaxoyî (zimanzan), Hacî Karduxî (weşangerê Radioyê) û Meyrem ZÎLAN... Li ser daxwaza Mehmed UZUN ev hevpeyvîn ji alîyê Maruf YILMAZ ve hate îdarekirin. Wî di axaftina xwe ya vekirinê de, spasdariya xwe ji hemû beþdaran re û bi taybetî jî, ji bo hatina zimanzan Reþo ZÎLAN ku ji bajarê Uppsala?yê heta Stockholmê hatiye û dûre jî peyvên hurmet û xêrhatina dubare kir û rêzdariya xwe nîþan da. Hevpeyvîn di sewiyeke pir bilind de pêk hat. Di vê hevpeyvînê de, Birêz Reþo ZÎLAN qala Ekola Kurdên Sovyeta berê kir û got: " Ekola Sovyeta Berê ber bi mirinê va diçe. Ekola Hawarê ya Mîr Celadet û alfabeya Erebî-Kurdî dimînin. Alfabeyên kurdî-Latînî û Erebî nabin problem û rê li ber pirsa yekitiya neteweyî jî nagrin. Di warê zarava, devok û alfabeyên kurdî de agahdarî da û herwisan jî qala sedemên cihêbûna zaravayan, rewþa civakî, siyasî û erdnasî bi hawayekî akademîk þirove kir. Dûre jî qala romanên kurdî kir, bi taybetî ser romanên Erebê þemo rawestîye û girîngiya romanên hanî zimên. Mehmed UZUN, Salîh ÎNCE û Reşo ZÎLAN ji hevûdu re hin gotin û behsa ziman û edebiyatê kirin. Di vê hevpeyvînê de pirsên rexneyî ji Mehmed UZUN hatin pirsin, hate gotin ku Mehmed Uzun çima dibêje? Min zimanê kurdî çêkirîye? Lê Mehmed Uzun jî bersiva xwe da û got: "Min zimanê kurdî çênekirîye, zimanê kurdî 5000 sal e, ku heye û tê axaftin, min tenê zimanê romana xwe çêkirîye, her nivîskar li gorî xwe xwediyê zimanekî taybetî ye û di berhemên xwe de bikartîne. Min qala zimanê edebî yê romanê kirîye. Mafê her nivîskarî heye ku zimanê xwe yê edebî di berhemên xwe yên edebî de biafirîne. Dûre Lokman POLAT dest bi axaftinê kir û got: "Zimanê kurdî, zimanekî dewlemend e, bi vî zimanî berhemên modern û felsefî hatine nivîsandin û niha jî tên nivîsîn, nimûne: Mustafa Dûzgûn bi kurdî pirtûka felsefî nivîsand, Mehmed Uzun û gelek nivîskarên din romanên kurdî yên modern bi zimanekî zelal û herikbar nivîsin. Ne wekî Suleyman Demîrel dibêje;"zimanê kurdî, zimanê koçeran e, kes ji kesî fam nake, devok û zaravayên wî pir in, Kurd ji hev fam nakin.?Lê bi ya min hebûna devok û zaravayên kurdî dewlemendiya zimanê kurdî ye. Divê em vê dewlemendiyê biparêzin. Birêz Reþo ZÎLAN jî qala vê parastinê kir. Nivîskar û rewþenbîr wûcdanê miletê ne û divê milet jî, li wûcdanê xwe yanî li nivîskar û rewþenbîrên xwe xwedî derbikevin û piþtgiriya wan bikin.? Gava ez çûm Diyarbekirê di nav xelqê de întreseke mezin hebû, bi hezaran Kurd hatin ji bo serdana min û beþdarê civîna min ya li ser edebiyatê bûn. Min li Dîyarbekirê ji Kurdan got, divê Kurd bi xwe demokrat bin. Kurd ji dijminên xwe demokrasiyê dixwazin, çima ew bi xwe nabin demokrat. Hinek partî ji kar û xebatên min aciz dibin, ji ber vê yekê ji êrîþên giran tînin ser min. Ez bi siyasetekê re nîn im, lê ez li dijî tu siyasetekê jî nî nim. Romanên min bi zimanê tirkî, almanî, fransî, norwêcî û swêdî hatine wergerandin. Wergerandina pirtûkên min ji bo zimanê kurdî qîmet û rûmetek e. Salih ÎNCE jî di axaftina xwe de li ser metoda rexnegiriyê rawestîye û wisan got: Rexne heq e, lê rexneyekê çawan? Rexne mafê her kesî ye, lê ne êrîþ... Rexne aliyên romanê yên ku kêmasî tê de hene dibîne û divê bi hawayekî pozîtîf binirxîne da ku rexne ji nivîskarî re bi alîkar. Herwisan balkiþande ser dexesî û hesûdiya hin kesan. Îbrahîm Zaxoyî di axaftina xwe de wisan got: Civînên wisan gelek baþ in, hêja ne. Min bi xwe heta niha Mehmed Uzun ne dîtîbû, lê bi xêra vê civînê, min ew dît, min guhdariya wî kir, wî gelek tiþtên baþ û hêja got. Ez bi xwe bi zimên ve mijûl dibim û qîmeteke mezin didime xebatên Reþo ZÎLAN. Herwisan ez nivîsên Maruf YILMAZ û Lokman POLAT hertim dixwînim, çimkê ewana tiþtên balkêþ dinivîsînin. Hacî KARDUXÎ di axaftina xwe de nivîsên ku di Mediya Kurdî derketine nirxand û bi hawayekî legatîf dîtinên xwe hanî zimên. Tên gotin ku Mehmed UZUN gotiye min zimanê kurdî çêkirîye, lê vayê mêrik dibêje min tiþtên weha ne gotîye. Hacî Kardoxî ji bo medya kurdî jî got ?Divê mediya kurdî jî wek medya xelkê be. Pîvanên navneteweyî yên medyayê ji bo me jî derbas dibin. Nasrat HACÎ di axaftina xwe de wisan got: Min di Moskova de xwendegeha Berz ya Rojnamevanê xwend. Ez bi karê edebî û rojnamevanê ve mijûl dibin. Em amade ne ku piþtgirîya nivîskarên kurd bikin. Lokala me ji hemû nivîskarên Kurdan re vekirîye, bixwazin dikarin civîn û semînerên xwe tê de çêbikin. Daxwaza me ev e ku xebatên weha sûd bide pirsa ziman, çand û edebiyata kurdî. Di dawiya axaftina xwe qala pêwîstiya yekitiya zimanê yekgirtpî yê nivîskî kir, da ku Kurdên Baþûr û Bakur ji hevûdu fam bikin û nêzkayîyekê di navbera Kurdan çêbibe. Zeyelabîdîn ZINAR jî li ser giringiya folklorê û berhemên edebî yên berê sekinî. Wî got ku ?her peyvekê bi kurdî, her berhemên kurdî bi serê xwe xebateke mezin e. Ez bi xwe pir qîmetê didim ew kesên bi kurdî dinivîsînin. Zimanê kurdî ne malê siyasetekê, an jî malê çînekê, an jî malê sazgehekê ye, çi kesê ku xwe Kurd bihesibîne û çi kesê ku bi vî zimanî bizanibe, ew xwediyê vî zimanî û xwediyê vê folklorê ye, îcar heger mirov xwediyê tiþtekî be, þênkirin û dewlendkirina wî tiþtî di serê pêþîn de bi berpirsyariya mirov e. Îcar însanê ku berpirsyariya xwe bi cîh neyîne, ew li pêþberî tarîxê sûcdar e. Maruf YILMAZ jî wisan got:" Rewþ nazîk e, ez naxwazim qala trajediya Medîya Kurdî bikim, lê rewþa xirab zorê dide min ku ez çend gotinan bibêjim. Di van rojên dawîn de Mediya Partiyên Kurd berê xwe dane kesitiya nivîskar û rewþenbîrên Kurd û bi rêya rojnameyên xwe û înternetê ve nivîskarên Kurd pîs dikin. Dewleta Tirk ji vê fîtkirinê dixwaze. Dewletzanên Tirk jî dixwazin ku; nivîskarên Kurd rezil û ruswa bibin, pîs bibin û bimirin. Ez vê helwêsta Mediya Partiyên Kurd protesto dikim. Amadekar: Jîndan kovara çandî û edebî/

Maruf YILMAZ Radio Serdem (beşa bakur)

ev nû nivîs 601 caran hatiye xwendin

----------------------------------------------------------------

Mehmed UZUN

 

 

Pêywendî/kontakt

Maruf YILMAZ

maruf@live.se

086840168, 0729722269

FACEBOOK

INSTAGRAM

GOOGLE PLUS

© Copyright akademiya kurdi li Stockholm: maruf@live.se