Qedirbilindê Di Koşka Dilê Me De:

Mehmed Emîn Bozarslan

Her merivê ku bi Kurdan û Kurdî aleqedar e ciheke mustesna dide Mehmed Emîn Bozarslan. Di van çil-pênce salên dawîn de, Bozarslan ne tenê di warekî de, di gelek waran de wekî egîdekî bi disîplîn, her roj û şeva xwe bi xebatê derbas kiriye. Dema em li lîsteya xebatên wî mêze dikin jixwe ne mumkun e ku meriv evê keda wî teqdîr neke. Li ser tarîx, ziman, edebiyat, folklor û li ser rojnameyên dewra Osmanî xebatên bêhempa kirine û hê jî bi eşq û şewq van xebatên xwe dimeşîne. Bi baweriya min, kesên xebatên bi vî rengî dikin ji bo milletê xwe wekî stûn in. Ew stûn, hebûnên milletekî ji wendabûnê xelas dikin û li hebûnên milletê xwe tiştên nû zêde dikin. Li dora xwe binêrin, di van çil-pênce salên dawîn de çend Bozarslan ji nav me derketine? Ez dizanim, hûn nikarin çend hebên din bijmêrin. Di nav milletekî de çend kesên wekî Mehmed Emîn Bozarslan hebin ew millet li cîhanê wê her hebe, dengê wî bêhtir derkeve û bi rehetî xwe bi herkesî bide qebûlkirin. Xebatkarê Kurd û Kurdî Mehmed Emîn Bozarslan her sibê wekî ameleyekî radibe, mesaî dike û heta ku paydos bike… Bi salan e ku bi vî awayî dixebite. Eger hûn li berhemên wî binêrin, hûnê bibînin ku çiqas kesekî bi bereket e. Hema di her warî de berhem dane. Jixwe Kurd jî muhtacê her tiştî ne, meriv ji bo edebiyat, ziman, tarîx û kelepora Kurd çi karî bike ihtiyaç heye û naqede. Bozarslan bi şexsê xwe wekî saziyekê, wekî enstîtuyekê xebitiye. Kurd ji bo evan xebatên wî her daîm minetdarên wî ne. Deh-panzdeh sal berê ji mezinên Kurdan yekî ji min re gotibû: “Milletên din heykelên Bozarslanên xwe çêdikin. Eger ew ji milletek din bûya xelkê wê heykelê wî çêkira. Kurd lazim e heykelê Bozarslan çêbikin.” Her merivê xwedîwicdan, di koşka dilê xwe de ji Seydayê hêja re muheqeq cihekî vedike. Bozarslan bi xebatên xwe yên ku cara yekem hatine kirin ve navê xwe di tarîxa milletê Kurd de tescîl û qeyd kiriye. Cara yekem wergerandina Mem û Zînê, Şeref­nameyê, rojnameyên Jîn, Kurdistan, Kurd Teawun ve Terakkî û gelek xebatên din bûye nesîbê Seyda. Dema kekê Ayhan Geverî li ser nivîskar û seydayê hêja amadekirina dosyayê teklîfî min kir gelek kêfa min hat. Paşê ez fikirîm ku ji bo dosyayek wanî em gelek dereng jî mane. Ji bo ku kekê Ayhan bû sebeb ku dosyayek weha amade bibe, ez gelek spasiyên xwe jê re dibêjim. Heta niha min û Seyda me rûbirû hevdu nedîtiye. Lê min navê Seyda li dora salên 1980yî de bihîstiye. Ez li dora panzdeh salî bûm. Em li Mêrdînê bûn. Li Mêrdînê bi navê Xelîl Çawiş birayekî Bozarslan hebû. Ez şaş nebim li postaxanê dixebitî. Em zarok bûn, min ji dûr ve nas dikir. Belkî carekê jî min pê re xeber neda. Diyarbekiriyên me li Mêrdînê hebûn, lê kêm bûn; carina mezinên me dihatin cem hev û pevre rûdiniştin û diaxivîn, me jî guhdariya wan dikir. Xweş tê bîra min, Xelîl Çawiş tim rojnameya Cumhuriyetê pê re bû. Tişt û gotinên li ser Kurdan bala me dikişand. Min navê Bozarslan jî bi saya Xelîl Çawiş wê demê bihîst. Belkî jî ne navê wî, hebûna wî. Digotin, “birayê Xelîl Çawiş.” Yanê bi Xelîl Çawiş me dizanîbû ku birayek wî heye. Ez nizanim çima jê re digotin Xelîl Çawiş jî. Lê navê wî Bozarslan pev re dihat gotin. Paşê ez di sala 1985an de hatim Stenbolê. Dema min di navbera salên 1985-1989an de li Stenbolê unîversite dixwend, ji bo xwendinê bi Kurdî tu çavkanî tunebûn. Lewra Kurdî qedexe bû. Ji me Kurdan hinekan bawer nedikir ku bi Kurdî nivîsandin jî dibe. Me jî tiştên li ser Kurdan û zimanê wan meraq dikirin. Mixabin haya gelek Kurdan ji tu tiştî tunebû. Mem û Zîn, Şerefname û Alfabeya Seyda li kutupxaneya Beyazidê hebû. Di wan deman de em du-sê heb heval diçûn kutupxana Beyazidê ya Stenbolê û me ji rayedarên kutupxanê ji bo xwendinê kitêbên seyda dixwestin û me li wê derê dixwendin. Carina em diçûn nedidan me; lewra kitêb yek tenê bû, xwendavanekî bigirta, nikarîbûn bidine yekî din. Carina jî nedixwestin bidine me, bala wan dikişand dema me ev cûr kitêb dixwestin… Ev 21 sal in ku ez di piyasa Kurdî de me. Lê mixabin heta niha min û Seyda me bi rûbirû hevdu nedîtiye. Ji dema ku Nûbihar derdikeve heta îro bi telefon û nameyan be jî îrtîbata me heye. Gelek caran me di nivîsan de behsa wî kiriye, me nivîsên wî weşandine, ji me re gelek telefon kiriye û me jê re telefon kiriye. Seyda însanek nazîk e; dema me jê re kovar û kitêb şandine, ewî ji bo spasiyê ji me re telefon kiriye. Heta niha gelek caran nameyên Seyda ji me re hatine. Di dema îro de bêyî hebsan êdî ji me re name nayên. Di salên 1990î de ji me re gelek name dihatin. Piştî ku înternet vebû û bi pêş ket, dewra nameyan jî qediya. Îro name tenê ji zîndanan ji me re tên. Seyda jî dema ji me re tiştek dişîne, ne faksê ne jî înternetê bi kar tîne. Nivîs û nameya xwe dixe zerfekê û dişîne vê navnîşana min: “P.K. 80 Fatih-İST.” Îro Kurd hemû, weşanxana Deng jî ku kitêbên Seyda lê çap dibin, tev tîpên “i” û “î”yê bi kar tînin, tenê Seyda evê napejirîne û bi israr “ı” û “i”yê bi kar tîne. Heta niha me çiqas di Nûbiharê de cih daye nivîsên Seyda, ji me xwestiye ku em dest nedin gotin û îmlaya wî. Me jî di jêrenotê de gotiye, “Ji ber ku M. Emîn Bozarslan tipên “i”yê û “î” yê bi kar nayne, lê tîpên “ı”yê û “i”yê bi kar tîne, em li ser daxwaza wî, vê nivîsara wî û helbesta wî ya jêrîn, bi wan tîpan diweşînin.” Dîsa carekê Seyda ji min re nivîs û nameyek şand. Min nihêrî Seyda di compîtorê de nivîsiye. Dema me derbasî compîtorê dikir, bivê-nevê xetayên rêzkirinê û nivîsandinê dibûn. Seyda jî ji ber ku hesas e, nedixwest em dest bidin îmla û gotinên wî, min jê re telefon vekir. Ji bo ku xetayên nivîsandinê nebin, çawa bigihê me em bi şiklî biweşînin, min jê xwest ku ji min re bi mailê bişîne. Ji min re got, maila min tuneye. Min wê demê got, ezê li Swêdê xwe bigihînim hevalekî, bila were bi flaşê ji compîtora te bistîne û bişîne maila me. Min nihêrî bê dilê wî ye, min nexwest Seyda biêşînim û israr nekir û me nivîsa wî ji nû ve nivîsand. Seyda li medreseyên Kurdistanê xwendiye; heta dema me ya nêzîk jî rewşenbîrên me tev ji medresan derdiketin. Lewra di nav xelkê me de, ewana dizanîbû bixwînin û binivîsînin. Medreseyên me bi awayê xwendin û mufredata xwe jî ji mektebên dewletê jî cihê bûn… Ji ber evê sedemê ez li vêderê ji medreseyên me re minetdariya xwe îfade dikim ku însanekî wekî Seyda dane me Süleyman Çevik Nûbihar, Jimar: 123, Sal: 2013, Bihar Epeyam: info@nubihar.com                                            Têbinîya Akademiya kurdî: Me ev nivîs ji malpera rojevakurd.com wergirîye. -------------------------------------

Tosinê Reşîd

APÊ MIN, QANATÊ KURDO


Qanatê Kurdo kurapê bavê min bû, her yekî kurê birakî. Sala 1918-emîn Roma Reş kalkê min hêsîr dibe, pey re bavê Qanat, Kurdo diçe ber dilovanîya xwedê, dayka wî mêrekî dinê dike û bavê min, Reşîdê Ozman, pismamê xwe hildide bal xwe. Piştî Qanat ji bo xwendinê diçe Lênîngradê (sala 1928-an) dîsan jî çend salan carekê dihate dîtina me. Apê min Qanatê ji sala 1950 î tê bîra min, lê tenê wek bûyar, lê ji sala 1954-a baş tê bîra min. Wê salê piştî mêvandarîya li mala me, wî ez bi xwe re birim Lênîngradê. Wî dixwest ez di mala wî de bimînim, li wir herim dibistanê, bi zimanê rûsî bixwînim. Bi bawarîya wî xwendina li bajarekî wek Lênîngradê û bi zimanê rûsî, wê ji bo dûaroja min pir kêrhatî bûya û ber min asoyên firetir vekira. Lê ji alîkî ve xanîyê wî biçûk bû, tenê jûrek bû ji bo pênc kesan, ji alîyê mayîn ve jî hewa Lênîngradê ya şil û sar li min nehat, pişkên min hewa hildan û piştî sê mehan ez dîsa vegerîyame gundê xwe. Gerek bê gotin, wekî hela di salên biçûktaya min de mêla apê min Qanat ser min bû. Nizanim ez biçûkê malê bûm ji ber wê, yan menîke dinê hebû, lê çiqwas bihata mêvanîya me, wê ez carekê bi xwe re bibirama bajêr û ji min re kincên nû bikiryana. Ser pertûk û gotarên wî gişkan, ku ji malbeta me re wek dîyarî dişandin, navê min hebû. Ew guhdarî paşê bû dostanî û hevaltîke baş û heta rojên wî ye dawîyê domand. Ji kirasguhêrîna wî (zarê meriva nagere ji bo wî peyva mirin bêjî) vaye ewqas sal bihirîne, lê îro jî gava ez navê wî hildidim, dilê min tijî dibe. Ew di temamîya jîyana min de, ji bo min mezintirîn mamosta bû! Ji sala 1960-emîn destpêkirî lap kêm salê carekê ez dibûm mêvanê wî. Ew mêvandarî ji min re bûne zanîngeha welatperwarîyê, zanîngeha kurdîyetyê. Havîna sala 1955-a wî çend şiîrên Cegerxwîne ser daktîloyê lêxistî ji min re şandin û ji min xwest, wekî heta hatina wî, ez wan ezber bikim. Hingê bawar bikî ji kurdên sovêtê tenê çend kesan navê Cegerxwîn bihîstibûn, îcar ku ma şiîrên wî bixwînin. Ew nivîsarên kurdîye bi tîpên latînî, yên yekemîn bûn ku ketne destê min. Ez bi wan fêrî alfabeya Celadêt Bedirxan bûm. Wan şiîrên Cegerxwîn ber min rêya kurd û Kurdistanê vekirin. Du sala şûn de Qanatê Kurdo di pertûka xwe, ya akadêmî de, “Rêzimana zimanê kurdî (kurmancî)”, ku bi zimanê rûsî çap bibû, çawa nimûnê têkstên kurdî, çend şiîrên Cegerxwîn çap kirin. Wî ew pirtûka xwe ji me re çawan dîyarî bi vê nivîsê şandibû: “Vê kitêba xwe ez bi dil û can pêşkêşî birazîyê xwe Rizgo û Tosin dikim, bona bîranînê û hînbûna zimanê dê û yê ûrisî. Xortêd delal, bixwînin û bizanibin, ku zimanê me ji tu zimana danaxwe, şîrine, başe û dewlemende. Bi zanîna zimanê xweva em xwe nas dikin çawa miletekî xweytarix, xweykûltûr, xweynivîs. 25. IX. 1957. Lênîngrad.” Dûarojê çi gotar û pirtûkên wî çap bibûna, gişk ji min re dîyarî dişandin. Hemîn qet navbirî ne diket navbera namên me. Di seranser jîyana xwe de, ez tiştên lape giring, lape mûhîm ji Qanatê Kurdo fêr bûm, Qanatê Kurdo di seranser jîyana min de bû rêber, rêberekî usan, ku dikaribû bersiva pirsên min gişkan bide. Pêwendîyên di navbera me de, ji sala 1960-emîn destpêkirî bi taybetî bûn. Bawar bikî ew mirovê tek, tenê bû di cihanê de, wekî min hema bêjî tu gilîyê xwe ji wî venedişart. Çi ku min ji birê xwe re nedigot, ji hevalên xwe, yên lap nêzîk re nedigot, min apê xwe Qanat re digot. Wî jî di gelek pirsan de dilê xwe ber min vedikir. Havîna sala 1960-emîn ez dîsa mêvanê wî bûm. Pertûkxana wî bi pirtûkên bi zimanê kurdî û yên di derheqa kurdan de pir dewlemend bû. Ez bi rojan ji pertûkxanê dernediketim. Carna henekê xwe dikir, digot: “Ez nizanim tu ji bo min têyî Lênîngradê, yan ji bo pertûkan?” Nav pirtûkên wî de gelekên kurdî bi tîpên erebî bûn û min hingê nikaribû wan bixwînim. Carekê min ji wî pirsî, gelo fêrbûna tîpên erebî pir dijwar e? Wî demeke pir kurt li min nihêrî û got:  Were rûnê.  Û bi xwe ji nav pertûkên xwe çend pertûkên bi tîpê erebî û kaxazê nivîsarê anîn û em rûniştin. Roja dinê min êdî tiştên biçûk dixwendin. Çi ji bo min dijwar bû, min ji wî dipirsî. Ez usan, nav çar, pênc rojan de fêrî xwendina kurdîye bi tîpên erebî bûm. Di her pirsan de guhê wî ser min bû, xema min dixwar. Carekê, gava em dîsan li havîngeha wî, ya rêya sihetekê dûrî Lênîngradê bûn, gerek ez bi karekî biçûma Lênîngradê û divêt bigihîştama trêna sihet 5.30-ê berbangê. Ez pir ecêv mam, gava ji xew rabûm û min dît wê ew berî min rabûye û ji min re taştê çê dike. Min bi dilmayîn gotê:  Apo, xwe ez ne serê çîya me, yan minê bi xwe ji xwe re tiştek çêkira, yan jî minê li bajêr tiştek bikirîya, tu ji bo çi ewqas zû rabûyî?  O, o, o…, ez te baş nas dikim, tê wira herî wira, wira herî cîkî dinê û xarna xwe ji bîra bikî. Hê başe di mal de bixwe, paşê here.  Wî got û karê xwe domand. Kurê wî, Wezîr, dereng zewicî û nevî ji wî re dereng bû, lema jî ew gelekî şa dibû, gava keçên min, Zozan û Aze yê jê re “kalko” digot. Gava gilî tê ser Qanatê Kurdo timê bûyarek dikeve bîra min, ya ku rengekî batinî dide pêwendîyên me. Havîna sala 1984-a bû. Min Nûrê bi zarokan ve biribûne Dîlîcanê û bi xwe jî rojên Înîyê piştî kar diçûme bal wan û Duşemê berbangê vedigerîyame ser karê xwe. Min rojên xwe, yên hêsabûnê ji bo Lênîngradê dihêvişandin. Min dixwest dîsan meheke jîyana xwe bi tevbûna wî mirovê mezin bixemilînim. Û rojeke Înîyê ez piştî kar dîsan çûme Dîlîcanê. Bi çûyîna min zarok pir şa dibûn, ji ber ku min ew dibirne cîyên dûr digerandin. Havînên Dîlîcanê pir xweş bûn. Çîyayên bi daristan ve xemilî, gelî û newalên ne pir kûr, cew û kanîya xemleke nebînayî didan wan devera. Êvarê me pilan çêkirin, ka em ê herdu rojan, Şemî û Yekşemê kuda herin, çi bikin. Lê roja dinê, Şemîyê berbangê ez ji xewê rabûm û min got, wekî ez diçim Yêrêvanê. Nûrê ji min dipirse seva çi diçî, ez nizanim bersiva wê çi bidim. Ez bi xwe nizanim ez ji bo çi dixwezim vegerme Yêrêvanê. Lê ew bawarî, wekî ez divêt vegerim ji serê min dernayê. Zarok digrîn, lava dikin wekî neçim, ne axir min gilî daye wan bibim bigerînim. Lê min lingê xwe kirîye sola teng, hutê, mitê ez diçim. Em gişk şaş û metel mabûn. Ew difikirîn ez mena çûyîna xwe ji wan vedişêrim, lê ez jî nizanim ji wan re çi bêjim, ji ber ku ez bi xwe nizanim ji bo çi dixwezim vegerim Yêrêvanê. Gava dîtin ez ne yê mayînême, Nûrê got qet na were taştê bixwe, paşê here. Min got ez teştê jî naxum û teherekî ji hev xeyîdî min da ser rê. Gava ez gihîştme mal min dît wê têlêgramek ji Lênîngradê hatîye. Jina Qanat, Nadêjda Vasîlêvnayê nivîsîye: “Qanat giran nexweşe, nesene, were”. Ez hêja tê gihîştim, ji bo çi ez usa bêsebir bibûm, tabetîya min li Dilîcanê nedihat. Min ji mala Qanat re têlêfon kir, lê kesî bersiv neda. Qudûmê min lap şkest, bû xule-xula hêstira xweber ji çavên min hatine xwar. Ez usa jî birçî ji mal derketim, min taksî girt û xwe gîhande airportê. Ez li Lênîngradê pê hesîyam wekî doxtira bal Qanat penceşêr (canser) dîtine û divêt bi lez niştegerîyê bikin. Wî jî gotîye heta Tosin neyê, ez nahêlim niştegerîyê bikin. Bi çûyîna min gelekî şa bû. Henek dikirin, dikenîya, pirsa qewm û pismama, heval û hogira dikir. Ji min pirsî ka min wêneyê zaroka ji bo wî anîne, yan na. Ez fikirîm agaha wî tune ka nexweşîya wî çîye. Neferê mala wî, heval û hogirên wî jî ser wê bawarîyê bûn. Lê paşê profêsorê ji min re bêje, wekî wî her tişt zanibû. Lê hingê min tirê nizane. Wî zanibû piştî niştegerîyê wê dirêj nejî. Hema çawa hinekî ser xwe da hat, dest bi karê xwe kir. Bê westan rojê heyşt, deh sihetan kar dikir. Guh ne dida gotinê tu kesî. Wî dixwest berhemên xwe, yên nîvîşkan bigihîne sêrî. Û rastî jî usa kir, bawar bikî pey xwe tu berhemeke nîvîşkan nehîşt. Nexweşîya wî salek sê meha kişand. Di nav wê demê de ez hevt caran ser wî de çûm. Nîveka Tîrmehê sala 1985-emîn ez dîsa ser de çûbûm. Ez wek hevtekê mam. Rewşa wî, ya tendurustî ewqs jî ne xirab bû. Xwerna xwe baş dixwar, digerîya, kar dikir. Lê êvarekê, gava ez piştî gera xwe, ya rojê vegerîyame mal, wî pelekî nivîsar da min û got: “Bira bal te bimîne.” Ew navnîşa destnivîsarên wî, yên neçapkirî bû. Gava min pelik ji destê wî hilda, dilê min tijî bû, kela min rabû û hêstir ketine çavên min. Wî ew yek texmîn kir, destê xwe pişta min xist û ji kevanîya xwe re got, wekî ji min re şîvê bîne. Cara dawî ez nîveka Îlonê ser da çûm. Wê carê guhastinên ne baş ji her tiştî dîyar bûn. Besa nebxêrîyê prof. Zera Ûsiv gîhande min, wê ji mala me re têlêfûn kir. Gava ji min re got, wekî apê min Qanat çûye dilovanîya Xwedê, min lê bawar nekir. Min jê dipirsî, ka kî ji wê re gotîye, gelo ew gotina wê rast e? Wê jî mat mayî ji min re got, wekî ji mala Qanat têlêfûn dike û ez neçar mam bawar bikim. Ez dest xwe de çûme gundê me û min ew besa nebxêrîyê ji malbeta me re bir. Di malên me de dest bi şîn û girî bû. Lê hema wê êvarê ez, bi herdu birê xwe û kome qewm û pismam ve me berê xwe da Lênîngradê. Em çûne hewarîya apê xweyî hizkirî. Naskirin û dostanîya bi Qanatê Kurdo re ji bo min bextewarîke mezin bû. Nav û rûmeta wî, ew ku ew apê min bû, pir caran di jîyana min de ji min re dibû helan. Carên usan jî dibûn, wekî navê wî, şerma wî, ez ji kirina şaşîya diparastim. Min Lênîngrad gelekî hiz dikir, ez pir caran diçûme wî bajarê rengîn, yek ji xweşiktirîn bajarê cihanê. Heta îro jî gava ji min pirs dikin ka ez kîjan bajaran pir hiz dikim, ez berî gişkî navê Lênîngradê (niha Sankt Pêtêrbûrg) didim. Gelek bîranînên jîyana mine lape baş, bi taybetî yên salên xortanaîyê, bi Lênîngradê re grêdayîne. Her car min bi şabûn berê xwe dida wî bajarî. Ez piştî kirasguhêrîna apê Qanat sala 1989-a çûme Lênîngradê. Lê bajar bi teherekî ji bo min xalî bibû, Lênîngrada berê nîn bû. Min hêja texmîn kir, wekî min Lênîngrada Qanatê Kurdo hiz dikir, bêyî wî ew bajar ji bo min valaye. 2009







 

© Copyright AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM