Kurdish Academy of Language, Culture, National identity,
Autobiographies identity, Third identity…

XEMGÎNÎYA  DESTEYA  AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM 

JI BO  Prof.Dr Kadrî YILDIRIM

Prof. Dr. Kadri YILDIRIM (05.02.1959 - 23.03.2021)    

Kurdolog, zimanzan, mamoste, çandzan û akademîkarê Kurd Prof. Dr. Kadrî YILDIRIM koça dawîyê kir û  di 62 salîya xwe  de çû ser dilovanîya xwe.  Beşa Kurdî û Wêjêya Kurdî li Zanîngeha Artûklûya Mêrdîn, Zanîngeha Çewlîk û Zanîngeha Alparslana Mûş´ê hebû. Di avakirina Beşa Kurdî  û Kurdolojîyê de rola Kadrî YILDIRIM pir bû. 

Desteya Akademîya Kurdî pir xemgîn e. Akademîya Kurdî sersaxî dide malbata cenabê wî, hezkirên wî û hemû rewşenbîrên kurd. Akademîya Kurdî  xwe hevpara xemên wan dibîne. Cihê wî bihuşt be.   

Prof. Kadrî YILDIRIM kî ye?

Perwerdeya wî, nasname, jîyana akademîk,5ê Sibata 1959, Licêya Amedê:  

1. Kadrî YILDIRIM di roja 5ê sibata 1959an de li  Licêya Amedê ji dayîka xwe bû û di 26ê Adara 2021ê de xwîn avêtibû mêjîyê wî ango bi xwînrêjiya mêjîyê xwe ve koça dawîn kir. Navê bavê wî Masur û navê dayîka wî Xanim e.

2. Kadri YILDIRIM 6 sal medrese (dibistanê olî) xwend û salekê jî li Tîloya Sêrtê xwend.

3. Piştî xwendina xweya seretayî û navîn di gelekî navçeyên welatê me de wekî mamoste xebitî.

4. Di sala 1984an de li Fakulteya Îlahîya ya Zanîngeha Harranê dest bi xwendina master û doktorayê dike.

5. Di sala 1996an de li Fakulteya îlahîya ya Zanîngeha Harranê teza masterê qedand û mezûn bû. Ew li Zanîngeha Dicleyê wekî mamosteyî xebitî.

6. Di sala 1998an de beşekê ji doktoraya xwe diqedîne. Dûvre teza doktorayê  diqedîne û  ji pêvajoyekê derbasî pêvajoyeke nû dibe.

7.  Di sala 1999an de li Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê dibe alîkarê Profesor. 13 sal wekî mamosteyê zanîngehê dixebite.

8. Li universiteya Mardînê dibe birêvebirê beşa Kurdî. Bi gotineke din alîkar ango cîgirê rektorê Zanîngeha Artukluya Mêrdînê beşa Kurdolojîyê bû ku ev zanîngeh girêdayê Enstîtuya jîyanê ya zimanên Zindî ye.

9. Kadri YILDIRIM di sala 2004an de li dibe alîkarê Profesor.

10. Di sala 2010î de li Fakulteya Zanîngeha Dicleyê dibe Profesor.

11. Li Zanîngeha Mêrdînê dibe serbirêvebirê (Midûrê beşa Kurdî/Kurdolojî)  ji bo zanista zimanên Zîndî, wêje û çanda kurdî.

12. Di sala 2015an de dibe Parlementer li Meclîsa Tirkiyeyê. Qata hilbijartina  Hezîrana 2015an li Sêrtê...

13. Wî li ser ziman, edebiyata kurdî û çanda kurdî gelekî pirtûk nivîsîne.

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM

www.akademiyakurdî.com

Serokê Akademîya Kurdî:  Doktoremend Maruf YILMAZ

Sekreterê Akademîya Kurdî: Dr. Najmaddin KARIM     

---------------------------------------------------------------------------------

XEMGÎNÎYA DESTEYA AKADEMIYA KURDÎ LI STOCKHOLM 

JI BO Dr. Kemal Mezher Ahmed 

Dr. Kemal Mezher AHMED 1937-16.03.2021

Dîrokzan, rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner û akademîkarê Kurd Dr. Kemal Mezher Ahmed ji nav me bar kir û çû ser dilovanîya xwe.

Akademîya Kurdî sersaxîyê dide malbata cenabê wî, hezkirên wî, naskirîyên wî û hemû rewşenbîrên Kurd. Akademîya Kurdî xwe hevparê  dilêş, xemgînî û xemên wan dibîne. Cihê wî bihuşt be.  

Kemal Mezher Ahmed kî ye?

 1. Kemal Mezher Ahmed di sala 1937an de li bajarê Kerkûkê ji dayîka xwe bûye û 16ê Adara 2021ê de koça dawîn li nexweşxaneya Almanyayê kir.

2. Sala 1955an dibistanên seretayî û navîn diqedîne û dikeve qonaxa amadehîya zankoya Bexdayê.

3. Sala 1959an li Zankoya Bexdayê lîsansa dîrokê wergirt û ew ji pêvayoyekê derbasî pêvajoyeke din bû.

4. Sala 1969an li Yekitîya Sovyetê (Sovyeta berê) doktoraya dîrokê wergirt.

Gelekî pirtûkên wî di derbara dîroka Kurdan de hene. ...

XEMGÎNÎYA AKADEMIYA KURDÎ LI STOCKHOLM 

JI BO Dr. Kemal  Mezher AHMED  

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM

Serokê Akademîya Kurdî: Maruf YILMAZ

Sekreterê Akaademîya Kurdî: Najmaddin KARIM           

www.akademiyakurdî.com

-------------------------------------

BERNAMEYA AKADEMIYA KURDÎ LI STOCKHOLM 

. Nav: Akademiya Kurdî li Stockholm´ê Sembol: Ronahîya tavê (Ronahîya rojê)

. Sembol:  Ala Kurdistan û Ala Swêd Sembola wê ye.

. Cîh: Malgomajsvägen 12 12060 Årsta/Stockholm

. Pênasîya Akademiya Kurdî Akademiyeke bêalî û alîgirê tu siyasetê nî ne û       herwisan li dijî tu hêzekî siyasî jî nî ne.              

. Armanca Akademîyê bi vê rengê ye: Akademiya Kurdî niha li gorî îmkanên xwe      kar dike ji bo nasandina ziman, literatura kurdî û şirovekirina alîyê hizrî û fîlozofî. . Akademî kar dike ji bo dûristkirina kesayetîyeke tenduristî ya zarok, xort û     ciwanên kurd.

. Akademî hewl dide ku bibe pirekî navbera Swêd û civaka Kurd.

. Baweriya Akademîyê bi metoda dîyalogê heye ji bo pêşxistina civakên me loma     me biryar girtiye ji mehê carek, em semînerekê /diyalogekê ji bo nivîskarekî   çêbikin.

. Em hewl didin ku pêywendîyên xwe digel sazî, dezgehên kurdî li hundir û derve   xurt bikin.

. Em hewl didin ku kovarekî elektirokî bi herdu zaravayên kurdî; soranî û   kurmanci derbixin: Kovara Akademîk 

                                                                                                                                        . Beşa perwerdekariyê: Beşa Mamosteyên zimanê zikmakî.

. Rêxistina Akademîyê   bi vê hawayê dibe: Serokê Akademiyê: Maruf Yilmaz (Mamoste, doktoremend û lêkolîner). Sekterê Akademiyê: Dr Najmaddin Karim (pisporê dîroka fîlozofîyê).    Komîsyona bilind ya Akademîyê: Navên endaman: ...

QANÛNA BINGEHÎN

Li  Swêdê çar qanûnên bingehîn hene û em dê li gorî van qanûnên bingehîn karê xwe bikin:

1. Qanûna Bingehîn a forma hukûmetê.

2. Qanûna Bingehîn a Tevgera Azadiya Ramanî (nêrîn).  

3. Qanûna Bingehîn a Azadiya Çapemenî.  

4. Qanûna Bingehîn a Serkeftina Derbasbûyî.

Kî dikare bibe Endamê AKADEMIYA KURDÎ LI STOCKHOLM?

. Ew kesê/kesa ku 210 pûan li Zanîngehek/Xwendegeheke Bilind/Universiteyeke Swedê  xwendibe û zimanekî ewropayî û kurmancî/zazakî/soranî bizanibe dikare bibe endamê/a Akademiya Kurdî. Herkesek ku 210 (4 sal) xwendine û pispor be ji alîyekê ve ji armancên Akademîyê, bixwaze alîkariya Akademiyê bike û bibe endamê vê Komîsyonê ew dibe amojgorîkarê/a Akademî û beşdarîyê di çalakîyên vê akademîyê de dike.

Têbinî: ji bilî serokê Akademiyê mafê tu alîyek nî ye ku sekreterê Akademiyê bigurîne. Malpeleke Akademîyê heye: www.akademiyakurdî.com

Serok û sekreter bi kêmasî ji heftê carekê kom dibin ji bo  kar û çalakîyên Akademiyê, lê endamên "Komisyona Bilind" a Akademiyê dikarin ji  mehê carekê bicivin ji bo nirxandina rewşa Akademiyê.  

AKADEMIYA KURDÎ LI STOCKHOLM                       

Malgomajsvän 12, Årsta, Stockholm ............................................................................

CORONAVÎRUS ŞERÊ BÎOLOJÎK û HIZRÎ YE


Analîz, zanistî û lêkolîn


Maruf Yilmaz

Lêkolîner, doktoremend û nivîskarê perwerdekar

Coronavîrus felaket, tofan û bela ye. Mirovahî dimire û demeke nû ya hovîyê dizê."Coronavîrus" ne tenê vîrusek e, malbatek ji vîrusên cuda ye û heft endamên wê yên cuda hene (James Lyons Weiler 2019/Zanîngeha John Hopkins University´ê" 2019). Dîroka virûsên cuda yên tehlûke pir kevn e (Navas Martin S, Weisse, 2004; Barkham TMS, 2004; Wang Chang, 2004). Li gorî lêkolîner James Lyons Weiler ji sedî 99% bi laboratoriuma Wuhana Çînê ve hatîye xuliqandin û afirandin. Ji bajarê ÇÎNê, Wuhan/Hebei belav bûye bajarên din û piştre li dûnyayê jî belav bû. "Coronavîrus" ji maran derbasî şevşevok/perçêmek/ mişkî/ê bûye û ev vîrus ji wî/wê bi şaşiya teknîkî yan bi mebest hat berdan û derbasî mirovan bûye. Lê li gorî mîkrobiloyolojê tirk Dr. Îpek Ada coronavirus ji ajelên malê (heywanên malê) derbasî mirovan nabe, lê ev dîtina wî ne rast e. Ji ber ku li gorî profesorên Swêdê jî coronavirus ji ajelân derbasî mirovan bûye. Ew profesorên ku di derbara vê virusê de hevhizrin ev in: Fil.Dr. Profesor Joacim Rocklöv (Umeå Universite. Dr. Profesor Bo Lundbäck (Göteborgs Universitet), Dr. Docent Elin Larsson (Upsala universitet). Dr. Profesor Fredrik Elgh (Umeå Universitet). Fil.Dr Henrik Sjödin (Umeå universitet). Dr. Profesor Björn Olsen (Uppsala universitet). Li gorî lêkolîner James Lyons Weiler ji sedî 99% bi laboratoriuma Wuhana Çînê ve hatîye xuliqandin û afirandin. Dibe ku Çîn bi vê afirandina coronavîrusê ve şerekî bîolojîk li dijî Amerîka darxistibe û bixwaze hegemonîya xwe bi wê bide pejirandin.    Vîruslaboratorium ya bi xeter û tehlûke li Wuhana Çînê ye û li wir projeyên şerên bîolojîk li ser mar, şevşevok/mişk û heywanên curbicur dihên ceribandin û avakirin. Çîn bi vê metodê egosentrîzm û hegemonya xwe zora Dewletên Yekbûyî (Amerîka) birîye û bûye qiralê dûnyayê. Li gorî lêkolînerên Swêdî 65 milyon mirov dê bi coronavîrusê bimirin. Lê swêdî sûd ji lêkolîna Amerîkayî ya Johns Hopkins – Universitetê wergirtine. Cudahîyeke mezin di navbera bahov (influensa grîp), sermagirtî û coronavîrus covid – 19-an de hene û ew ji hevûdu pir cuda ne. Nîşanên hevbeş ên coronavîrus covid -19 (2019 nCoV) ev in: ⦁ Kuxik anku kuxîna zuwa. ⦁ Tagerm/germî. ⦁ Êşa qirikê. .Bîn/nefes: Dijwarîya bêhna xwe kişandin / bîngirtin/berdan / henaseya xwe girtin û berdan. ⦁ Serêş, êş, westiyayî. ⦁ Masûlk- êşa hestî û yên din. EV fotograg ji Agricultural university (Helin Backlund) Coronavîrus: Covid - 19. Li gorî teorîyekê ev ajel (heywan) bûyê paşbingeha coronavîrusê. Coronavirus e û jê derbasî mirovan bûye. Heft coronavîrusên naskirî hene yên ku mirov jê nexweşîya vîrusê vedigire hene, ew jî ev in: 1.Humant Coronavirus (HCoV-229E), 2.Humant coronavirus OCA43, 3.Coronavirus (SARS- CoV), 4.Humant coronavirus (HCoV-NL63), 5.Humant coronavirus HKU1, 6. MERS -CoV (Novel coronavirus), 7.SARS -CoV2 (2019-nCoV). Di Laşê te/we de 50 - 100 trîyon hucre hene û laşê te/we tim hucreyên nû diafirîne û ev hucreyên nû yên kevn paqij dikin. Ev cureya coronavîrusa mar, şevşevok, (perçêmek, pêçermik/ mişk û ajelên cuda li laboratoriuma Wuhana Çînê hatiye / ceribandin û diyar e ku li wir projeyên cuda hatine avakirin. Lê ji bilî vê jî, şevşevok/perçêmek, mişk û marên cuda li welatên Asîyayê dihên firotin/kirîn û li dûnyayê belav dibin.Lê agahdarîyên çewt di derbara coronavirusa nû de di Medya civakî de belav dibin. Ji ber ku coronavîrusa nû hat nasîn, ji lewre cûrbicur xapandin û derewên mezin di derbara coronavîrusa covid -19-an de belav dibin. Ez dixwazim bal dikişînim ser vê mijarê. Profesorên Swêdê hevhizrin ku divê Swêdê stratejîya xwe biguherîne daku belavbûna coronavîrusê rawestîne û rê li ber bigire ku vîrus belav nebe. Di rojnameya doktoran ya bi navê ”läkartidningen” de çend profesor ji Swêdê xwestin (daxwaz kirin) ku ew stratejîya xwe di derbara vîrusê de biguhêrîne. Ew kes ev in: Fil.Dr. Profesor Joacim Rocklöv, Dr. Profesor Bo Lundbäck, Dr. Docent Elin Larsson, Dr. Profesor Fredrik Elgh, Fil.dr Henrik Sjödin û Dr. profesor Björn Olsen. Coronavîrus tehlûke ye û ew mirovahîyê dikuje. Vîruslaboratorium ya bi xeter û tehlûke li Wuhana Çînê ye. Di derbara Coronavirusê de li Zanîngeha Agriculturalandinî ya Başurê Çînê lêkolînên cuda pêkhatin û li wan lêkolînan curekî ji mişkan zayenda wî/wê ji sedî 99 % weke ya laboratoriuma Wuhana Çînê ye. Ev rastî di kovara "Vetenskap"ê de jî hatîye weşandin. Li gorî lêkolîna Kovara ”Zanistî” ya Swêdî ”Vetenskap tidskrift”, kesên ku di navbera salên jêrîn de bin: ⦁ 10 – 39: 0, 2% yên mirine ⦁40 – 49: 0, 4% yên mirine ⦁ 50 – 59: 1, 3% yên mirine ⦁ 60 - 69: 3, 6% yên mirine ⦁ 70 - 79: 8% yên mirine ⦁ 80 - 84: 14% yên mirine (?) (ji Kovara zanistî: Vetenskap) Navê nexweşîyê bi kurtî covid – 19 e. Hemû agahdarîyên doktorên tirk û kurdan ên di derbara coronavirusê de çewt in. Rastîya wê ev e: "Coronavirus" ji maran derbasî şevşevok/perçêmek/ mişkî/ê bûye û ji wî/wê derbasî mirovan bûye û kujerê/kujera vê nexweşîyê roj/tav e. Lê gorî teorîyeke din ne virûsa maran e. Di derbara "Coronavirus" ê de 2 teorîyên cuda hene. "Coronavîrus" weke nexweşîya birîna DEHAK ya maran e ji ber ku niha derman jê re nehatî dîtin. Virûsa nexweşîya maran (şevşevok/perçêmek, mişk, sponsor) kevn e. "Coronavırus"ku pêşîn li Çînê belav bû/dibe û ev vîrus paşbingeha xwe ji vîrusa maran werdigire û ji maran derbasî mirovan (însan) bûye . Ev zanîstî û zanyarî li gorî lêkolînerên ku di kovarên Vetenskap û Journal Medical Medical´ê de hatine weşandin. Li Çhattinsgarha Hindistanê zarokekî heft salî virusê ji heywanan vegirtîye û nexweşa wî bê derman e. Di derbara vê vîrusê de li Dr. Yas Upender navê virusê ”ihthyosis epidermolytik” e. Prof. Joacim Rocklöv: "Lekolînên ku li Zanîngeha Umeå, Heidelberg û Çînê pêk hatine nîşanê me didin ku "coronavirûs" pir pir belav bûye lê lêkolînên zanistî li ser coronavirus - COVID-19ê pêk hatine..." 1.Vîrusa Corona çiqas tehlûke (xeter) ye? 2. Ma Vîrusa Corona dikare were dermankirin anku çareya vê nexweşîyê tune yan jî heye? 3. Semptomên wê çi ne anku nîşaneyên semptoman çi ne? 4. Em çawan xwe ji jêvegirinê (enfeksiyon) biparêzin. A. Çûna mirov: ji cîhê ku mirov jê diherin û hereket dikin, lê otoboz/balafir/ereb/tirên û cîhê ku xelq lê dijîn. B.Transport. C. Hatina mirov/çûyin. 5. Niha çi dibe, diqewime? 1. Coronavirus mirovkuj e û rasteqînîya wê weke SARS mirovkuj e û xwe jî dikuje, lê komên (grub malbat) wê yên cuda hene. 2. Coronavîrus belavkar e, weke avrêj, dihê reşandin û zû belav dike. 3. Aşiya/Vaccin û lêkolînêr cuda li dijî coronavîrusê dihên ceribandin. 4. Pandemî (Pandemok) çawa dihêt diyarkirin û wateya wê çi ye? 5. Epîdeîmî nexweşîya ku zûlav dibe. Wateya epîdemolojî çi ye? Zanistîya hebûnan, sedemên nexweşên nû û belavbûna wan. Ev nexweşîya coronavîrusê çi ye? Em ji nexweşîyên nû bitirsin an na? 6. Heta niha Aşiya /Vaccin anku dermanên Coronavîrusa nû nehatîye peydakirin û tune ye. Lê li Ewropa û welatên pêşketî lêkôlînên cuda zêdetir dibin. Coronavîrus dikare çekeki bîolojîk be û ew ji alîyê Amerîka / ÇÎNê hatibe avakirin. Dibe ku Amerîka yan jî Çînê di laboratoriuma xwe de ji bo şerê bîolojîk ê giran çêkiribe. Lê teorîyên komployê îdîa dikin ku Amerîka anku Çîn Dewletên Yekbûyî yan jî Çîn li piştre felaka Coronavîrusê de heye û ev vîrus bi şaşiya tekniki yan bi mebest hat berdan û belavkirin. KURTASÎ "Coronavîrus" ji maran derbasî Şevşevok/perçêmek/mişkî/ê bûye û ji wî/wê derbasî mirovan bûye. Bi ya min ev vîrus bi şaşiya tekniki yan bi mebest hat berdan û belavkirin. Mirov dikare coronavîrusê ji ajelên malê (heywanên malê) werbigire yanî jêvegirin/jêgirtin, jihevgirtin û belavkirin gengaz e. Li gorî lêkolînerên Swêdî 65 mîlyon mirov dê bi coronavirusê bimirin. Lê lêkolînerên swêdî sûd ji lêkolîna Amerîkayî-Johns Hopkins – Universitetê wergirtîne. DÎTINÊN CUDA 1.Coronavîrus tehlûke ye û mirovahîyê dikuje. Ji bo mirovahîyê felaket, totan, boblat û bela ye. Mirovahî dimire.Vîruslaboratorium ya bi xeter û tehlûke li Hebei/Wuhana Çînê ye. 2. Coronavîrus projeya şerekî biolojîk e û xwedî vê projeyê Amerîka/ Brîtanîya/Çîn e. 3. Coronavirus mirin bi xwe ye. 4. Kesên kal û pîr zêde dimirin. 6. Xweparastina dev /poz pêwîst e. 7. Piştî çend meha Aşiya/derman dê peyda bike. 8. Kûçık û heywanên di nav malê de dikarin Coronavirusê ji jêvebigirin. 9. Çînî goştên Şevşevok (perçêmek, pêçermik, mişk) dixwin ji lewre jî ev nexweşî jê afirîye. Heft coronavîrusên naskirî hene yên ku mirov jê nexweşîya vîrusê vedigire: 1.Humant Coronavirus (HCoV-229E) 2.Humant coronavirus OCA43 3.Coronavirus (SARS- CoV) 4.Humant coronavirus (HCoV-NL63) 5.Humant coronavirus HKU1 6.MERS-CoV (Novel coronavirus) 7.SARS-CoV2 (2019-nCoV). Referens û Çavkanî Di Bernameya zanistîyê de: Prof. Jonny de Jong, lêkolînerê mişkan Sveriges Lantsuniversitet John Hopkins University, USA Harvard University, epimiologist, USA Virus Taxonomy: 2018 release (International Committee on Taxonomy of Viruses 20 januari 2020 Europeiskt centrum för förebyggande och kontroll av sjukdomar Svenskt laboratorienätveek, folkhälsomyndigheten, avdelning för mikrobiologi Avdelningschef Karin Tegmark Wisell 14.03.2020 Maruf Yilmaz

Em bi zimanê xwe ji dayîka xwe bûne”

Cîhana zarokî/ê, lı gorî zanyaran

Prof. Chomsky, Prof.Dr Pîaget û Prof. Vygotskîj

Lêkolîoner, doktoremend û mamoste Maruf Yilmaz

Hizr û dîtinên zarokî/ê sade û paqij in û hestên wî/ê rasteqînî ne. Zarok ji bilî başîyê tiştekî din ne hizre. Ji bo ku mirov di derbara zarokî/ê de serwext bibe, têbigîhije, divê mirov bi qeydên wî/ê pê re danûstandinê çêbike û bi çavên wî/ê lê mêze bike da ku mirov bikaribe cîhana wî/ê têbigihîje. Hizr, dîtin û bîrûbawerîyên zarokî/ê di derbara jîyanê de hêsantir, xwezatir, normaltir û ji yên salmezinan jî bingehtir in. Di cîhana zarokî/ê de hemû her tişt bi hevûdu re girêdayî ne. Zarok bawer dike ku hemû materîyal û tişt bi zindî (can,gan, ruh) in û Cîhan ji alîyê yekî/ê ve çêbûye bi armanca ku mirovahî û başîyê hebe. Ji alîyê din ve, ew dibêje qey hemû însan wekî wî/ê li tişt û hûrûmûran mêze dikin (Karin Perwer, 1987; Maare Tamm 1989). Prof. Noam Chomsky û zimanê zarokî/ê Noam Chomsky zaroknas, zimanzan û lêkolînerê Amerîkayî ye, dinivîse, dibêje, em bi zimanekî çêkirî ji dayîka xwe bûne, tenê pêwîstîyên me bi hawîrdoreke pozîtîv be, heye, ji bo pêşveçûna zimanê dayîkê. Chomsky (1957) dinivîse, dibêje gramatîka zarokî/ê bi giştî û unîversel e. Li gorî Chomskyî, her zarok bi zimanê xwe yê çêkirî, ji dayîka xwe dibe û herwisan jî, xwedîyê mekanîzma fêrbûnê ye, bêyî ku îmîtasîyona derûdora xwe bike. Lê lêkonêrên kevn giranîya xwe didan ser zimanê ku tê axaftinê, wan fahm ne dikir ku zarokê/a nûh ji dayîkbûyî danûstandinê bi hawayekî din çêdike. Niha em dibînin ku zimanê zarokî/ê yê hundir û veşartî heye. Teorîya gramatîka Chomskyî tê wateya ku zimanê zarokî/ê, xwedîyê qanûnên gelemperî ne û kêm-zêde zimanê hemû zarokan dişibin hevûdu. Zarokê/a nûh ji dayîkbûyî dixwaze digel dayîka xwe “komunîkasîyonê” (danûstandin) çêbike. Ev zarokê/a nûh ji dayîkbûyî dixwaze danûstandinê çêbike. Ev danûstandin bêyî ku ew zimanê xwe bikarbîne, pêk tê. Nimûne: deng derxistin, mizemiz kirin, girîn… Chomsky qala pêşveçûna zimanê zarokî/ê dike, berîya bikarhanîna peyva zarokî/ê ya yekemîn. Yanî di hundirê zarokî/ê de zimanekî din heye. Li gorî Chomskyî zarok objekt e, lê li ba Pîaget û Vygotskij subjekt e. Mirov dikare di navbera Piaget û Vygotskij de sûntezekê bibîne, ji ber ku her du pedagoj jî, bi çavekî aktîv li zarokî/ê mêze dikin. Li gorî wan zarok bi derûdora xwe re aktîv e. Chomsky dibêje: •Mirov bi zimanê xwe ji dayîka xwe dibe û zimanê mirovî universel e. •Mêjîyê mirovî hatiye programkırin ji bo fêrbûna zimanî. •Rêziman universel û xwedîyê qanûnên giştî û gelemperî ye. •Mirov bi îmitasîyonê fêrî ziman nabe, ji ber ku hemû fêrî ziman dibin. •Hemû zarok kêm-zêde di eynî rê de derbas dibin. •Bêyî ku mirov li dersxanê de perwerde bibe. •Fêrbûna zimanî, fêrbûnek taybetî ye. Prof. Dr Piaget Piaget qala asîmîlasiyon û accomodasîyon dıke. Ligorî wî însan hewil dide, xwe dihêşine ku di derbara dinya û hawîrdorê de serwext bibe û hawîrdora xwe nas bike, têbigîhije. Zarok dixwaze serborî, tecrûb û zanyarîyên nûh bi rêya asîmîlasiyonê fêr bibe. Li vir ez qala asîmîlasîyona siyasî nakim. Nûçe û zanyarîyên zarokî/ê nûh li ser yên kevn zêde dibin, bêyî ku yên kevn bên guhartin û windakirin. Zarok dixwaze hînî tiştên ku di derbara hawîrdora wî/ê de hene, hîn bibe û ji bo vê yekê jî, serê xwe diheşîne. Accomodasiyon tê wateya ku nûçe û zanyarîyên kevn li gorî zanyarîyên nûh diguhirin. Bi gotineke din, accomodasiyon tê wateya ku zarok dixwaze di derbara cîhan û hawîrdora xwe de hînî înformasîyonên nûh bibe. Ji ber vê yekê jî, zarok “întegre” dibe û di şûna tiştên kevn de, tiştên nûh fêr dibe. Fêrbûn encama çalakîyên wî/ê ne. Piaget dibêje: •Proses û pêşveçûnên zarokî/ê bi pêngavên zarokî/ê ve girêdayî ne. •Pêşveçûn- mekanîzma cîhana zarokî/ê ya bi giştî girêdayî ye. •Girîngiya bîyolojîyê ji bo pêşveçûna zarokî/ê, rola xwe dileyîze. •Zarok li gorî rewşa xwe ya xwezayî ji dayîka xwe bûye, û bi hawayekî pêngavî fêrbûnê zimanê xwe dibe. Pêşveçûna zarokî/ê bi salên zarokî/ê ve girêdayê ne. Vygotskij Vygotskij dinivîse, dibêje dîtinên Pîagetî tê wateya ku zarokî/ê zanyar e, tê wateya ku zarok bi hawîrdora xwe ya bi sosyal û kulturê ve hatiye pêçandın. Ziman û kultur bandora xwe li ser pêşveçûnên kognîtîvê yên zarokî/ê dihêlin û zarok hem “ji hundir” û “der” û ji derve ve û hundirî ve pêş bikeve. Pêşveçûna zarokî/ê encama danûstandina zarokî/ê digel hawîrdorê, bi taybetî ji dêûbav, xwişk û bira û mamoste rolên xwe yên mezintirîn dileyîzin . Hewes û întresa Vygotskijî wekî ya Pîagetî ye. Lê li gorî Vygotskijî zarok zimanê xwe bi înteraksîyonê hîn dibe. Dîyalog zimanê zarokî/ê çêdike. Chomsky antîteza Pîaget û Vygotskijî ye. Li gorî Chomskyî zarok objekt e, lê Pîaget û Vygotskij tersê wî dibêjin. Mirov dikare di navbera Piaget û Vygotskij de sûntezekê çêbike, ji ber ku her du jî, bi çavekî aktîv li zarokî/ê mêze dikin. Li gorî wan jî zarok bi derûdora xwe re aktîv e (Vygotskij 1981; Perwer, 1987; Maare 1989) …/ Maruf Yilmaz Lîteratur Noam Chomsky (1957) Syntactic structures Maare Tamm (1989). Batnets tankevärld, Essente studium Akademiförlaget: Göteborg Vygotskij, L. (1981). Psykologi och dialektik, en antologi I urval av Hydén, L-C. Stockholm: Nordstedt förlag. Maruf Yilmaz Lêkolîner û doktoremend maruf@live.

----------------------------------------


  
Maruf Yilmaz  

 

 

COMMUNITY

This is a service available to your customers. Give this service a brief description.

 

 
 

Maruf YiLMAZ

Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

 

© Copyright Akademiya Kurdî li Stockholm´ê

Maruf Yilmaz